سیما تیڤی

Awareiyên şingal bawerî bi rêkxistinên mirovî nemaye.

Sema:

Li bitirya kampên sinurê parêzgeha dihokê awareiyên şingal bawerî bi wan rêkxistinên xêrxwazî û mirovî nemaya yên  alîkariyan pêşkêş dikin û bi berawird bi salên borî wan bawerî bi rêkxistina û karê wan nîne.

Fêsel xanesorî, Çalakvanekî medenî yê xelkê şingal e li kampa bêrsivê ji bo Sema wesan dibêje: Alîkariyên rêkxistinên xêrxwazî û mirovî ji bo awareiyan di nav kampan de li kêmiyê daye, lewra wek berê aware pişta xwe bi wan girê nadin û bawerî bi soz û karên wan nemaye û aware gehiştine wê baweriyê ku sozên rêkxistinan bi tenê li ser kaxezê ne û wek pêdvî di niha de xizmeta wan nakin.

Li gorî zaniyaryan heta niha 300 hezar awareiyên şingal di nav kampên parêzgeha dihok û îdara serbexwe ya zaxo de di mînin.

 

 

><