Digerim-navînim
Nava qirș-qalê vê payîza xwe
Mêrgeke hêșîn, rengîn digerim,
Nav pîrejinê vî emirê dereng
Evînek kûvî û dîn digerim.
Li vê cihana neheq- nemerd da
Warekî aram û germ digerim,
Li vê dewrana tije êș- derd dșa
P’așilek bi xêr û rehm digerim.
Dem û dewranên șaristanyan da
Dîrokek bê xûn, bê qan digerim,
Nav daristana zyaret-dîndaran
Oldarekî bi wîjdan digerim.
Digerim, gelo destpêk çawa bû,
Çawa dest pê bû meșa heyîtiyê,
Havênê pîroz kê avît nava
Ronahiya ecêb tevgera dinê…
Dixwezim tevî heja demê bim,
Herim-bigihîjim heqiya jiyanê,
Bihelim li nav ronahiya pîroz,
Hemêza tava kanya Keremê.
