Sema:
Ji destpêka avakirna dewleta îraqê nexasim li salên şêsta ji çerxê borî gelek alî ji bo meremên siyasî yên veşartî hewil didin êzdiyan ku beşeke resenin ji miletê kurd ji rih û rîşalên wan yên dîrokî bi birin.
Ola êzdî ya dêrîn ji yekemîn ola ye ku miletê kurd baweriya xwe pê anî ye û sereray karesatên dem û dewrane û ew zilim û zoriya li me hatiye kirin ji destpêkê ta roja îro, Lê me kariye kelturê xwe yê ruhî û reseniya regezê xwe bi parêzin, û hemû têkistên pîroz yên ola me û diroze û rê û resim bi zimanê kurdî di êne gotin bi heman şêweiyê olên kevnar di êne gêran.
Lêvegerên me yên olî û dinyay û hemû çavkaniyên dîrokî yên cihên baweriyê tekezê dikin ku êzdiyatî yekem serokanî ya kurdatiyê av jê vexwarî û herdo dû canin di leşekî de, û ji bilî hevbeşiya me digel biraiyên me ji olên din yên kurdistanê di dîrok û erdnîgarî(cografî) û keltur û zimanî de, Herweha peristgeha serekî ya ola me ewjî peristgeha Laliş e di keve nav cergê kurdistanê de.
Lewma em wek navenda Laliş yê çandî û civakî dibînin ku karkirin li dan pêdan bi cenosayda êzdiyan ji aliyê dadgeha Tawana ya nav netewî ve ji bo bi cî anîna dadperweriyê û cizakirna tawanbara û qerebokirna qurbaniya û avedankirna deverên êzdiya nexasim şingala birîndar digel asankirna rewşa wê dûr ji nakokiyn siyasî û diyardên çekdarî dive ji karê me hemûa yên pêşî be dûr ji her tiştê dibînên me kurtir bike li cihê ku derman bike.
Herweha em banga xwe di gehînin hemû aliyên êzdî bi arasteiyên xwe yên fikrî û siyasî yên cuda cuda ve ku em pêkve tifaq û tebaiya xwqe koktir bikin derbareiy her mijareka girêday bi civaka me hemûan.
Li dawiyê em daxwazê ji hikumeta Fidral û hikumeta herêma Kurdistanê dikin ku hemû mafên pêkhata êzdî bihêne zamin kirin û êzdiyan beşdar bikin di hemû comgên siyasî û îdarekirna dewletê de ewjî li gorî pirensîpên dadperweriya civakî yên ku dakokiyê li wekheviya hemû pêkhatan dikin li maf û erkan bê cudahî.
Navenda Laliş ya çandî û civakî
22_6_2024