Navenda Nûçeyan – Sema
Bryare li dawîya vê mehê Konfiransê Nêvdewletî yê taybet b Êzdiyan li zankoya Dihokê b rêvebiçit.
Seîd Cirdo, serokê Bingehê Laliş yê rewşenbirî û komelayetî li Dihokê bo Sema got: Bi piştevany û çavdêrîya serokê hikumeta herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, hemû berhevîyên encamdana meztirîn konfiransê Êzdiyan lijêr nav û nîşanê (Êzdî: Ayîn, kultur- mêjû û cugrafya) berif temambûnê ve diçin.
Serokê Bingehê Laliş amaje bi wê çendê da, Bingehê Laliş bi hevkarî li gel kulîja zanistên mirovatî li Zankoya Dihokê, berhevîyên baş bo encamdana konfiransî kirine, ku bryare l irojên 29-30/4/2025 l hola konfiransan li zankoya Dihokê bi rêvebiçit.
Derbareyî naverokê konfiransî Seîd Cirdo got: Çendîn vekoler û nivisêrên navxoyî û biyanî wê têde beşdarbin û li demê du rojan wê bi hizr û boçûn û zanyarîyên nû ronahîyê êxne ser gelek alîyên grêdayî bi duhû îro û paşeroja Êzdiyan.
Çavê hemû Êzdiyan li ser konfiransî ye ku têda dê behs li gelek biwarên girêdayî bi pêşeroj û rewşa Êzdiyan ve ête kirin.
Konfiransên Êzdiyan girîngîyeka mezin heye ji çend alîyan ve. Ev konfirans derfetekê diden ku xelkê Êzdî ji her cihekî bihên pêkve û li ser pirsên girîng yên civakê xo danûstandinan biken.
Konfirans derfeta parastina nasnama Êzdiyan û çanda wan diden. Piştî rûdanên trajîk yên salên dawîyê, niha ji her demekê girîngtire ku Êzdî pêkve bin bo parastina kelepûrê xo û zimanê xo.
Herwesa konfirans dibine pirek dinavbera Êzdiyên navxoyî û yên diyasporayê da. Eve ya girînge bo hêzkirina peywendîyan û parastina êkgirtina civakê Êzdî li seranserî cîhanê.
Bo cîhana derve, konfirans derfeta nyasîna baştir ya çanda Êzdî û zêdekirina hişyarîyê l ser rûberûbûnên wan didin. Eve ya girînge bo rakêşana piştevanyya nêvdewletî û parastina mafên vê civaka kevn