navenda nûçeyan – sema
bi amadebûna mesrur barzanî, serokê hkumeta herêma kurdistanê, li kela hewlêrê, rêwresimhka taybet bo rêzgirtin li roja allayê kurdistanê bi rêveçû.
Îrro çarşembûyê 17î kanûna êkê 2025, di rêwresmekê da, ku jimareyeka nuwêner û kesayetyên pêkhateyên olî û neteweyî yên herêma kurdistanê pişkdarbûn, serokê hikumetê di gotinên xo da got, sarbarî pîrozbahîkirina roja alayê kurdistanê, dûpatkir ku alayê kurdistanê, hêma û sîmbula gelê miye, hêma û sîmbula xoragirî û hêmayê aştî û avedanî û pêkvejyanê ye, hêmayê berdewamya jiyanê û hêmayê wize û hêzê ye.
Serokê hikumetê takazkir, ev alaye bi dirêjahya mêjûyê û her li damê dirustibûnê ta nuke, çendîn caran bûye bergê cesteya giyanê hizaran şehîdan li kurdistanê da. Herwesa li pênavî berzirragirtina vî alayî, hizaran têkoşerên dî li zîndanan giyanê xo sipartiye yan beref sêdaredanê çûyne, yan li gopîtka çiyayan û panya deştan giyanê xo sipartiye. liwa erkê me hemûyane ewî alayê berz rabigirîn.
Serokê hikumetê herweya got: nuke li jêr saya vî alayê pîroz beref kurdistanka avedan û aram û seqamgîr, dest li nav destê yektir, pêngavan dihavêjîn, liwa berz û blind bit alayê pîrozê kurdistanê.
