Navenda Nûçeyan – Sema
Rêveberê Saziya Êzdîna ya Êzdiyan aşkrakir, îdareya ya Dîmeşqê pêkhatên neteweyî û ayînî li wezaretên hikûmeta nû ya wî welatî bê behr diket.
Êk şembûyê 29ê Kanûna Êkê 2024ê, Elî Îsso, Rêveberê Saziya Êzdîna ya Êzdiyan bo Sema got: di îdareya nû ya Dîmeşqê da çû beşdariyeka rasteqîne ya hemû pêkhatên neteweyî û ayînî û beşdariya afretê l wezaretên hikûmeta nû ya wî welatî da nîne.
Rêveberê Saziya Êzdîna ya Êzdiyan diyar jî kir, supayê Sûriyê yê nû li ser binemayek tayîfî hatiye avakirin û em dixwazin pêkhatên neteweyî û ayînî j postên hikûmeta nû ya Sûriyê bê behr nebin.
Nuke çavê hemû pêkhateyan li ser pêkînana hikûmeta nû ya wî welatî ye û çaverêyî pêngavên Tehrîrulşam diken piştî pêkînana hikûmetê, ku mafên wan bêne dan û beşdariyê dprosêsiya siyasî ya welatî da biken.
Li 26ê meha borî grupên çekdar yên ser bi Turkiyê ve, hêrişî hêzên rejîma Beşar Esedî li Helebê kirin û di demekê gelek kurt da payitexta wî welatî jî kontrol kir û desthilat girte