Sema
Îro Çarşemboyê 27ê Teşrîna Duyê 2024ê, rêwiresmên çînîna zeîtûna li Perestgeha Lalişê dê dest pê bikin û mawê heftîekê berdewam bin.
Luqman Silêman, berpirsê ragehîndina Perestgeha Lalişê bo Sema ragehînd: Bi pişkdarîya şikestî û çileger û kesayetîyên olî û xizmetkarên Êzîdîyan, îro dê dest bi çînîna zeîtûna li Perestgeha Lalişê were kirin.
Gotjî: Li dawîya karî dê hemû zeîtûnan bixrîvekirin li xzînekê heta heyva sê li bihara li rojên (16-17-18)yê ji rojmêra rojhilatî dê careka din van zeîtûnan hemûyan bi rêwirêsm û bi amadebuûna Baba Şêx û civata ruhî û hemû şikestî û xêrxwazên Êzîdî dê dest bi derxistina van zeîtûnan bikin.
Navhatî dîar jî kir, careka din dê zeîtûna paqijkirin û bi avaka kanîya spî bak û temîz bikin û dê bikin zeît bo çireyên Lalişê û divêt ev zeît ji zeîtûnên gelîyê Lalişê be.
Berpirsê ragehîndina Perestgeha Lalişê dibêje: Prosa çînînê dê bo mawê heftîekê li perestgehê berdewam be.
Li perestgeha Lalişê zêdetirî 700 darên zeîtûna hene û her sal li vî demî salê dest bi çînîna wan tê kirin.