Sema
Gereka din ya Zarokên sêwî yên mala Beşîr kurye ya xêrxwazî ya sêwyan radestî kes û karên wan di nav Kampn de hatin kirin.
Kawa Sebah Emîn, Berpirsê rêvebirna kar û barên Mala Beşîr Kurye ji bo Sema got: Heft Zarok ku Çar Keç û Sê Kur bûn ji bo Malbatê wan hatin vegerandin û ew Zarok ji niha û paş dê bi xweşî jiyana xwe bi Malbatên xwere derbas bikin.
Eşkera kir jî di niha de 8 Zarokên sêwî li malê de mane ewjî 2 Keç û 6 Kurin, Çavdêrî û Alîkarya wan di ête kirin û hemû pêdvyên Jiyanê ji wan re di êne berdest kirin.
Da zanîn jî Mala Beşîr kurye ya Xêrxwazî li sala 2019ê dest bi karê xwe kirye û zêdetir ji 2 hezar Zarokên Sêwî di emcama Êrîşa DAÎŞê de ji bo ser Şingal hatibûn vehwandin û ji hemû rwiyên Jiyanê ve Alîkarya wan di hate kirin.
Mala bê semyana ji aliyê Xêrxwazê Êzdî Beşîr Kurye xelkê gundê Babîrê ji bi Zarokên Şingalî yên bê Dak û Bab li Komelgeha Şarya hat avakirin, Berya Çar sala kesê navhatî di encama rûdaneka nexweş de canê xwe ji dest da.
Bi sedema Êrîşa DAÎŞê ji bo ser Şingal û encamdana Tawanên Conosaydê di derheqê Êzdiyan de, Nêzî Sê hezar Zarokan bê Dak û Bab man.