Navenda nûçeyan – Sema
Îro dûşembê, 26-î çiriya êkê 2026, Mesirûr Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistanê, li bajêrê Dihokê, li gel jimareka mezin ya kesatiyên pêkhate û tex û çînên devera Behdinan kom bû.
Serokê hikumetê amaje bi mêjûya xebat û qurbanîdana pir ji serweri ya xelkê deverê kir u bizava rizgarîxwaza gelê Kurdistanê da, û dopat kir hikumeta herêma Kurdistanê bi erkê serekî yê xiwe dizanit
bi şêweyekî şayste xizma xelkê deverê û hemû deverên dî yên Kurdistanê biket bêyî çi cudahî.
Serokê hikumetê, herwesa behis li pêgehê giring yê deverê kir ji rûyê aburî, geştogozar û çandinê ve, û di vî çarçoweyî da tekez kir di çarçoveyê karnameya hikumetê di biwarê hemejr-kirna aburî da, me giringî bi kertê çandin û berhem û berbûmên navxoyî daye û me kar bo harkarîkirina cotiyarên Kurdistanê û dîtina bazarîbo berhemên wan kiriye. Paşan serokê hikumetê bersifa serinc, têbnî û pêşniarên amadebûyan da.

