Sema
Dehemîn bîreweriya salvegera cînosîda Êzidiyan bi çendîn çalakiyan li welatê Ferensa wê bête saxkirin û bîranîn.
Îro dûşembûyê 29ê Tîrmeha 2024ê،Temaz îsmaîl Dasinî، serokê federasîona Êzidiyan li welatê Ferensa ji bo Sema xwiyakir li roja 3 ê Tebaxê li Parîsa paytext rê û resmeka şaiyste ji bo saxkirina (10) salî ya bîrewerîya salvegera cînosayda Êzidiyan dê were gêran û hikumeta Ferensa û sînator û perlemantar û nûnerê hkumeta herêma Kurdistanê li Ferensa û balyozê Îraqê li wî welatî û civata rohanî ya Êzidiyan û çendîn rêkxiraw û kesayetî ji welatên cuda cuda wê berhevî rê û resman bin.
Dasnî da xwiya kirin ,di rê û resman da wê hêrşa tîrorstên Da’işê li ser Şingalê û encamdana tawanên dijî mirovatiyê derheqê Êzidiyan da şermezar bikin û kurte filmek jî wê were pêşandan ji bo bîranîna cînosaydê. Biriyare li rêkeftî 3/8/2024ê ku dibe (10) salvegera cînosayda Êzidiyan ،li ser astê herêma Kurdstanê û çendîn welatan ev bîrewerî bête saxkirin،Êzidî dê daxwaziyan arastey layenên peywendîdar bikin û jiyana awarebûnê rizgar bi bin û dûbare vegerne deverên xwe.