Sema
Dîroka civaka Êzdî ya di sedsala bîstemîn de, ne tenê çîroka ferman û komkujiyan e; di heman demê de çîroka polîtîkayên sîstematîk ên dewletê ye ku bi navê “endezyariya etnîkî û demografîk” li ser xaka wan hatine meşandin. Dema em belgeyên arşîva Osmanî yên di pirtûka dîroknas Fuat Dündar (Modern Türkiye’nin Şifresi, 2008) de û daneyên berhema me ya Dîroka Êzdiyan a di dokumanan û zargotinê de (2020) didin ber hev, rastiyeke tal derdikeve holê: çawa hejmara Êzdiyan bi zanebûn hatiye kêmkirin, mal û milkên wan hatine talankirin û yên ji şûr filitîne bi zorê ji ola xwe hatine derxistin an jî koçber kirine.
Şopandina Êzdiyan di Arşîvên Osmanî de (1906–1918)
Di salên dawî yên Împeratoriya Osmanî de, bi taybetî di serdema Cemiyeta Îtîhad û Teraqiyê (ÎTC) de, statîstîkên nifûsê bûn amûra sereke ya siyaseta tirkirin û misilman-kirinê. Di hejmartina nifûsê ya salên 1906–1907an de cara yekem Êzdî wekî komeke nû li lîsteya fermî hatin zêdekirin da ku bi hêsanî werin kontrolkirin. Di îstatîstîkên sala 1912an de ku pêşkêşî Konferansa Sevrê hatin kirin, li 4 wîlayetan hejmara Êzdiyan tenê 37.000 kes hatibû tomarkirin; ji ber ku gelek Êzdî ji tirsa zextan nediketine tomarên fermî.
Piştî fermana nehênî ya Talat Paşa ya di 20ê Tîrmeha 1915an de ji bo derxistina nexşeya etnîkî ya gundan, Êzdî jî wekî Ermenî û Suryaniyan bûn armanca van hejmartinan. Belgeya şîfrekirî ya Midûriyeta Ewlekariya Giştî (EUM) a di 11ê Çileya 1917an de, ku rasterast hejmara Êzidiyên li Mûsilê dipirse, vê yekê îspat dike. Her wiha, dewletê bi rêya lêkolînên qadê yên taybet û anketên ku ji bo “çareserkirina civaka Kurd” amade kiribûn, dabeşbûnên olî (Sunnî, Qizilbaş û Êzdî) tomar dikirin da ku nakokiyên navxweyî kûr bike û wan ji hev biqetîne.
Ji Peymana Sevrê ber bi Lozanê: Parçekirin û Bêparastinmayîn
Peymana Sevrê (1920) hêviyek ji bo gelên bindest çêkiribû, lê bi damezrandina Komara Tirkiyeyê û îmzekirina Peymana Lozanê (1923) re ev hêvî têk çûn. Xaka dîrokî ya Êzdiyan bi sînorên nû di navbera Tirkiye, Sûriye, Iraq, Îran û Yekîtiya Sovyetê de hate perçekirin. Êzidiyên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de man, bêyî tu mafên qanûnî û parastina navneteweyî bi polîtîkayên tunekirinê re rûbirû man.
Qirkirin, desteserkirina Mal û Milkan û Guhertina Olê
Ev pêvajoya tunekirinê li ser sê lingên sereke hate meşandin:
• Qirkirin û Şerên Wêranker: Dema Êzdiyan hewl da ku hebûn û baweriya xwe biparêzin, rastî êrîşên giran ên leşkerî hatin. Di salên 1924–1925an de di şerê dijwar ê di navbera Êla Hevêrkan, Êzdî, Suryanî û leşkerên dewletê de bi sedan gundên Êzdiyan hatin şewitandin û xelkê sivîl hatin qirkirin.
• Talankirina Mal û Milkan: Piştî komkujiyan, erdên herî berhemdar, bax, rez û xanîyên Êzdiyan bi awayekî bêhiqûqî hatin desteserkirin û li koçberên (muhacîrên) ji Balkan û Qefqasyayê hatî an jî li hin axa û begên hevkar hatin belavkirin.
• Bi Zorê Ji Ol Derxistin û Koçberkirin: Yên ku ji şûr filitîn, li ber du rêyan man: yan dev ji ola xwe berdin, yan jî koçber bibin. Beşeke mezin neçar man di bin siya axa û begên Misilman de bi navê “misilmanbûnê” bijîn da ku canê xwe biparêzin û bi dehan eşîr û gund bi vî awayî hatin asîmîlekirin. Beşa din jî ji bo parastina baweriya xwe mal û milkên xwe hiştin û ber bi Binxetê (Sûriye), Başûrê Kurdistanê û Qefqasyayê ve koçber bûn.
Rastiya Fonên Navneteweyî û Siyaseta Jibîrkirinê
Îro bi boneya Cejna Şêşims a di 4ê Kanûna 2026an de û vekirina Ziyaretgeha Şêx Hevind a li Îkîkopruya Qubînê (Beşîrî), ez wekî lêkolînerekî bi dilgermî piştevaniya parastina Zimanê Baweriyê û nûjenkirina vê pîrozgehê dikim; hêvî dikim hemû dost û Êzidiyên ku xwedî derfet in beşdarî vê çalakiyê bibin û ez serkeftinê ji bo keda pîroz a malbata Micêwiran û xwedîlêderketina civaka me dixwazim.
Lêbelê, di heman demê de divê raya giştî rastiyekê baş bizanibe: Tirkiye di çarçoveya bernameyên parastina mîrateya çandî de—wekî Bernameyên Alîkariya Berî Endamtiyê (IPA), Fona Hevgirtinê ya Yekîtiya Ewropayê (EUSF) û projeyên bi rêya saziyên navneteweyî yên wekî UNDP û Europa Nostra—ji Yekîtiya Ewropayê (YE) alîkariyên darayî û bexşên (hibe) mezin ji bo nûjenkirin û diyaloga çandî werdigire. Ji ber vê yekê, nûjenkirina cihên dîrokî û mezargehan (digel budceya navxweyî ya Weqfan) berpirsiyariyeke qanûnî û navneteweyî ye, ne qenciyeke taybet e. Divê ev pêngavên erênî nebin sedema wê yekê ku hin alî bi spasiyên germ ên ji bo desthilatdariyê, dîroka tal a qirkirinan û mafên xespkirî yên Êzdiyan bidin jibîrkirin. Nûjenkirina ziyaretgehekê nikare talankirina bi hezaran gund, erd û milkên Êzdiyan û koçberkirina wan a bi zorê veşêre; bêyî rûbirûbûna bi dîrokê re û vegerandina mafên xespkirî, birîna sedsalekê nayê dermankirin.
Kemal Tolan
Lêkolîner û Nivîskar
Çavkanî :
• Dündar, Fuat (2008). Modern Türkiye’nin Şifresi: İttihat ve Terakki’nin Etnisite Mühendisliği (1913–1918). İstanbul: İletişim Yayınları. (Bkz. s. 81, 90, 110–111, 147, 335, 407).
• Tolan, Kemal (2020). Dîroka Êzdiyan a di dokumanan û zargotinê de. İzmir: Na Yayınları. (Bkz. s. 32).
• Başbakanlık Osmanlı Arşivi (BOA). Dahiliye Nezareti Şifre Kalemi (DH.ŞFR), Dosya No: 71, Gömlek No: 232 (11 Ocak 1917).
