Navenda Nûçeyan – Sema
Bi çavdêriya nivîsingeha serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, dabeşkirina harikariya darayî li ser rizgarbûyên Êzdî yên ji destê DAIŞê berdewam e û ta noka sê hezar û 590 kesan ji van harikariyan mofadar bûne.
Lijneya serperiştiya darayî a Mesrûr Barzanî, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê, ragehand: “Li dûv ew lîsta nû a me belav krî, navê sê hezar û 590 rizgarbûyên destê DAIŞ di vê proseyê da heye û em berdewamîn di gihandna harikariyan da bo wan.”
Amaje bi wê çendê kir, dabeşkirina harikariyan dê li çar cihên ciyawaz bît û got: “Prose li jêr çavdêriya hûr ya nivîsingeha Mesrûr Barzanî, serokê hikûmetê û bi rêya bingeha Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî bi rêve diçît, ku taybet hatiye kirin bo xuşk û brayên rizgarbûyên Êzdî.”
Herwesa behis li wê çendê jî kr ku ev proje mayê dû salan e bi şêweyeke rêk û pêk berdewam e û got jî: “Di heyva Temûza ev sale da proje dê bîte dû sal ku bêyî çi arîşe û bi şêweyeke zelal, harikarî li ser rizgarbûyan dihêne dabeşkirin.”
Li dov ewî xşteyê hatiye danan, ji roja înîyê, 22yî Eyara 2026an roja duşembûyê, 25î Eyara 2026, dê li çar cihên cuda harikarî hêne dabeş kirin.
Cihê amaxepêkirnê ye, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya nivîsingeha Mesrûr Barzanî, serokê hikûmetê bi berdewamî di bzavên piştevanîkrna aware û rizgarbûyên destê tîrorstên DAIŞ daye, bi taybetî pêkhatêyê Êzdî, bi mebesta sifk kirna bargraniya ser milê wan û dabînkrna pêdvîyên destpêkî yên jiyana wan.
