سیما تیڤی

Daxuyaniya Lêborînê û Agahdarkirinê ji bo Raya Giştî û Dilsozên Êzdiyatiyê

Sema
Ji bo hemû xwendevan, lêkolîner û dilsozên ol û baweriya Êzdiyatiyê,
Wexta ku min pirtûka xwe ya bi navê “Nasandina Kevneşopên Êzdîtiyê 1” (Rûpel: 41, û 221-222) amade dikir, min cih dabû gotareke rêzdar Pîr Xidr Suleyman a bi navê “Milyaket di baweriya Êzîdiyan de – Li ber ronahiya tekstên Êzîdiyan” ku, di Dengê Êzîdiyan, hejmar: 8*9, 2001 Oldenburg, rûpel 116-121) hatibû belavkirin
Lê belê, piştî lêkolînên kûr, nîqaş û lêkolîna li ser axaftinên Ebu Azad (Mehmûd Tehle) û Pîr Xidir, û li ber ronahiya diyalog û hevdîtinên min ên bi ilimdarên rêzdar Pîr Xelat Eliyas û Şêx Malo Mîrza re, gelek rastiyên teolojiya Êzdiyatiyê ji min re bi zelalî eşkere bûn.
Di baweriya Êzdiyatiyê û li ser bingeha sebaqên qewlên pîroz de diyar bû ku:
1. Tawûs Navê Xudê ye: Di kûrahiya metnên olî de, navê Tawûs yek ji navên pîroz û taybet ên Afirîner bixwe ye.
2. Tawûsê Mêran e: Sîmbol û serwerê hemû xas, qas û mêrên pîroz e.
3. Tawûsê Milyaketan e: Serok û rêberê melekên ezmanî ye û tenê bi fermana Xwedê kar dike.
Li gorî van delîl û çavkaniyên pîroz ên kevneşopiya Êzdiyatiyê, eşkere ye ku tevlîhevkirina navê Tawûsê Melek bi nav û şîroveyên nerast re (ên ku ji devê xelkê hatine girtin û ne li ser bingeha qewlan in) şaşiyeke teolojîk e.
Ji ber vê yekê:
• Ez lêborîna xwe ji hemû xwendevan û dilsozên Êzdiyatiyê daxwaz dikim ku min ew agahî bi nezanî di pirtûka xwe de belav kiribû.
• Ez agahdar dikim ku di çapa nû ya pirtûka min “Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê 1” de, ez ê êdî cih nedim vê şaşiya hatiye binavkirin!
Bi rêz û hurmet, hemû xwendevan û dilsozên baweriya me ya pîroz agahdar û silav dikim.
Kemal Tolan
Nivîskar û Lêkolînerê Êzdiyatiyê

><