Sema
Vekolînek li ser rehên olan (Ji dola Rafîdeyn heta asoyên cîhanê)
Di destpêkê de hez dikem rohen bikem ku ev vekolîne kurtiyek e ji zanista olên kevn. Di paşerojê de dê vekolînek berfireh li ser deqên “Uto Shamash” (Uto Shamash) pêşkêş bikem (ku ez bawer dikem em niha dibêjinê Meshefa Şemsanî). Niha zêdetir ji 100 deqên olî yên “Uto Shamash” li ber destên min hene ku di naverok û fikrê de bi gel deqên “Zanista Singî” ya Êzdiyan yek digrin.
Ev vekolîne li ser çewaniya peydabûna bawerên olî di nav kûratiya hişê mirovê yekem de diaxve. Ol heulên destpêkê yên mirovî bûn bo fêmkirna gerdûnê û şirovekirna diardeyên siriştî û danana yasayên exlakî bo civakan. Di nav hemû navendên şaristanî de, devera “Mêzopotamya” (navbera du robaran) wek dawî taqîgeha rûhî ya herî kevn di dîrokê de diyar bû; ew ne bi tenê landika çandnê û nڤîsînê bû, belku kaniya yekê ya sîstemên lahotî bû ku kartêkrn li tevaya cîhanê kir.
Ev vekolîne pişt bi xwandna zincîra demî ya olan dibestt ji bawerên Rafîdeynî yên resen ku bo hezaran salan vedgerin, heta dgehte olên Îbrahîmî û bizavên nû bi têhndan li ser têkhelbûna cografî û keltûrî di navbera şaristaniyên Nîl, Hind, Fars û Rojhelata Dûr da.
Yek: Xiştê demî yê rehên olî (Ji kevnbtirîn heta nûtirîn)
-
Baweriya Êzdiyatiyê (Îzîda) 6000 sal: Yek ji kevnbtirîn sîstemên rûhî yên zindî dête hejmartin, rehên wê dgehne mîtraîzmê û felsefeyên Mêzopotamiya kevn. Xwedan salnameyek taybet e ku bi hezaran salan berî zayînî dest pê diket. Di ssedê yazde yê zayînî de, proseya nûjenkirn û rêkxistna îdarî dît bo parastna wê ji mirnê. Ev ole bi “tenasux” (veguhaastna rûhan) bawer e.
-
Ola Somerî 5500 sal: Li başûrê Mêzopotamya (Êraqa kevn) peyda bû, yekem ol bû ku efsaneyên xwe nڤîsîn (wek dastana Gilgamêş). Girngî dida xwedawendên ku nûnertiya hêzên siriştî dikirn wek “Anô” û “Înlîl”, û binyatê perestgehên mezin (ziqurat) dana.
-
Ola Fîr’onî (Misriya kevn) 5100 sal: Li gel yekgrtna herdu pişkên Misrê dest pê kir, bi fre-xwedawendî û girngîdan bi jiyana piştî mirnê û momiyakrnê. Baweriya wan bi cemkên “Maet” hebû ku nûnertiya heq û êmnahiya gerdûnê dikir.
-
Hindosî 4000 sal: Olek nîn e ku tenê yek damezrîner hebit, belku têkeleyek e ji teqalîdên felsefî û olî ku li Hindê geşe kiriye. Pişt bi deqên “Fîdî” yên kevn dibestt û bi tenasuxa rûhan û sîstemê çînatî yê rûhî bawer e.
-
Ola Aşûrî 3800 sal: Li bakurê Mêzopotamya wek liqek ji keltûrê Ekedî û Somerî peyda bû. Bi navenda xwedawend “Aşûr” (xwedawendê dewlet û şerî) dihate nasîn û derbirînek bû ji hêza împratorî û sîstemê serbazî yê Aşûriyan.
-
Cihûtî (Yehûdî) 3300 sal: Kevnbtirîn ola Îbrahîmî ye mayî; bi peymana pêxember Îbrahîm (s.x) dest pê kir û wek şerîetek nڤîsî (Teurat) li ser destê pêxember Mûsa (s.x) piştî derkeftna ji Misrê cehgr bû, û bawerî bi yezdanê taq û tenê çespand.
-
Zerdeştî 3000 sal: “Zerdeşt” li welatê Fars damezrand; banga xebata di navbera hêza xêrê (Ehuramezda) û hêza şerî (Ehrîman) da dikir. Kartêkrnek kûr li ser cemkên beheşt, dozex û lêpirsînê dikir.
-
Sabi’eya Mendayî: Olek yekxwedawendî û xenosî ya gelek kevn e. Şûngrtiyên wê rehên xwe bo Adem, Şît û Nuh vedgerînin û Yehya kurê Zekerya wek pêxemberê xwe yê herediyar dibînin. Ava rewan di rêuresmên morkrnê de pîroz dikin.
-
Bodî 2500 sal: “Sîdharta Gotama” (Boda) li Hindê damezrand; girngî dida rizgarbûna ji azarên mirovatiyê bi rêya geheştna bi haletê “Nîrvana” bi rêya têraman û zuhda exlakî.
-
Şîntô (Yabanî) 2300 sal: Ola resen ya Yabanê ye; li ser perestna rûhên siriştî (Kamî) û pîrozkrna bapîran hatiye binyat krn û pişkek sereke ye ji nasnameya keltûrî û neteweyî ya Yabanê.
-
Mesîhiyet 2000 sal: Li Felestînê Îsa Mesîh (s.x) wek çaksazî û nûjenkirna peyama Îbrahîmî dest pê kir û li cîhanê belav bû heta bûye mezintrîn ol ji layê hejmara şûngrtiyan ve, ku têhnê ddet sere hezjêkirn û qurtabûnê.
-
Îslam 1400 sal: Li Mekehê pêxember Mihemed (s.x) di ssedê heftê yê zayînî de dest pê kir; banga yekxwedawendiya reha û dadperweriya civakî kir û bû şaristaniyetek cîhanî ku rojhelat bi rojava ve girê da.
-
Ehmedî 135 sal: Bizavek olî ya nû ye, li Hind/Pakistan di sala 1889’ê de li ser destê Mîrza Xulam Ehmed hate damezrandn yê ku xwe wek nûjenkerê peyama Îslamê nasandî.
Du: Şirovekirna cografî bo olên kevn
-
Navenda tîşkdane: Olên dola Rafîdeyn (Mêzopotamya) ev olne (Êzdî, Somerî, Aşûrî, Mendayî) bi peywendiya xwe ya bihêz bi jîngeha herdu robaran dên nasîn. Em dibînin ku “Av”, “Ax” û “Roj” tuxmên pîroz in di nav hemî evan baweran de, ku eve jî yekgrtna cografiya wan nîşan ddet.
-
Têkhelbûn li gel olên dervê Rafîdeyn:
-
Dola Nîl (Misr): Tevî nêzîkiya wê ji Rafîdeyn ola Fîr’onî bi şêweyek serbexo geşe kir, ku pter girngî dida robarê Nîl û nemriyê lê di gel olên Rafîdeyn di cemkê “fre-xwedawendiyê” de yek digrt.
-
Dola Send û Rojhelat (Hind û Yaban): Hindosî, Bodî û Şîntô nimûnên olan e ku dûr ji kartêkrna rastewxo ya Rafîdeyn peyda bûn, pter li ser felsefeya têramanê û rûhaniyeta navxoyî seknîn.
-
Di dûmahiyê de, ez di vê vekolînê de dixwazim diyar bikem ku dîroka olî ne parçeyên jêkvekirî ne, belku zincîrek pêkvegirêdayî ne. Ola Êzdî û Somerî berê binyatê yê hizra rûhî dana û olên piştî wan hatin (Îbrahîmî û Rojhelatî) ew cemk di qalbên nû de darشتin, eve dselmînit ku cografya her dem yarîzana heremezn bûye di avakirna wjdan û îmana mirovan de.
Jêder:
-
Deqên perestgehên kevn (Perestgehên Ornemô, Neram Sîn, û perestgeha Îzîda).
-
Ktêba (George Percy Badger) ya nڤîskar Bîrs Badger di sala 1852’ê de (li ser baweriyên Êzdiyan – pişka dehê).
