سیما تیڤی

Bingeha Laliş pîrozbahiyê li şêrê Kurdistanê Badîn Heso dike

Sema

Bi helkefta serkeftina gencê xwedan şiyan Badîn Heso di yariya boksîngê a nêvdeveletî li welatê Elmanya, Bingeha Laliş a Rewşenbîrî û Komelayetî peyameka pîrozbahiyê belav kir.

Germtirîn pîrozbahiyê li qehremanê nêvdeveletî û gencê qehreman û xudan şiyanê Kurd Badîn Heso dikin.

Badînî şeva borî li bajêrê Oberhausen li welatê Elmanya di yariyaya boksîngê da karî kêmtirî sê xolek û nîvan serkeftneka kêmwêne li hember yaryizanê Meksîkî Victor Ramos bi destxove bînt, evê serkeftinê keyfxoşî û şanazî û dilxoşî û serbilindiyeka mezin dubare weku hemu serkeftinên dîter îna nav mala her Kurdperwerekî û Kurdistanê.

Ev destkefta cihê şanaziya hemu Kurd û Kurdistanê ye, em destxoshiyê li vî qehremanî dikin û hîviya berdewamî û serkeftinê jêre dixwazin û herdem yê pêşeng bit di karwanê xo yê boksîngê da li qehremaniyên cîhanî.

Bingeha Laleş ê Rewşenbîrî û Komelayetî

24-î Gulana 2026

><