Bi amadebûna Mesrûr Barzanî salyada jênosayda Êzdiyan dê bi rêveçit
Sema
Îro duşembê, 3ê tebaxa 2026, bi amadebûna Mesrûr Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêûresmeka taybet bo 12mîn salvegera cênosayda Êzdiyan dê ête sazkirin.
12 salan berê niho li 3ê tebaxa 2014, terorîstên Da’işê piştî kontrolkirina bajêrê Mûsil navenda parêzgeha Neynewa, êrîş kir e ser qeza Şingalê u deroberên wê u kontrol kirin.
Êrîşa terorîstên Da’işê bo ser Şingalê, dawî ferman u cênosayd bû bi ser Êzdiyan da hatî, beşekê zor yê welatiyên Êzdî bo rizgarbûnê ji komkojiyê qesta Çiyayê Şingalê kir u çendîn salan li ser çiyayî man, beşek ji wan li wêderê xwe gehandne Rojavayê Kurdistanê u paşan bi rêya dergehê Sêmêlka – Pêşabûr vegeriyan u li bajêrên Herêma Kurdistanê u kempan akinci bûn.