سیما تیڤی

Agehdarî ji berevaniya şaristanî ya herêmê.

Sema:

Agehdarî

Welatiyên xweştivî

Dak û babên berêz…

Li dema geşit û seyrana ji bo ewan cihên ku av lê heye, Hîvî dikin evan agehdariyan bi cî bînin:

1.melevanî li wan cihê ku şarezay di nav de nîne, gelek metirsî ne.

2.Ew cihên ku tabloya qedexeiyê li ser hatiye  danan, Neye guncaiy ye ji bo melevaniyê ji ber ji aliyê tîmên berevaniya şaristanî ve kontirol  ji  bo  hatiye kirin û bi metirsî ne.

3.Heke melevaniya dikî, Li wan cihan melevaniya bike ku qerebalixî lê heye, Kesên melevan û tîmên berevaniya şaristanî lê hene, Ji bo ku di agehdarbin di her rewşeka ne çaverê kirî da.

4.Bi bê çi tiştekî xwe parastinê, Wek çup û êleg… hwd. Melevaniya neke.

5.Avên li sinurên deverên çiyay di sarin ji bo melevaniyê ne guncaî ne.

6.Ava ziyê mezin, Ziyê biçûk, Firehî û kurahiya wan ne diyarî kirye, ji bo karkirna kargehên deranîna qul û çegil, Araste û kurahî hatiye gihorîn ji bo wê di hişyar bin, Li hemû ciha melevaniya nekin.

7.Bi çi şêwekî bendav ji bo melevaniya ne guncaî ne.

8.henek û yarî di nav avê de di be sedema nefes tengiyê û westiyanê.

9.Çi dema zaroka bi xwere nebe ji bo melevaniya, Ji ber ku  jiyana wî dikeve xeterê de.

10.Li her rewşeka awarte de ku pêdvî bi alîkariyan bibî, Hîvî dikin bi zûtirîn dem peywendiyê bi jimare 115 bikin, Ji bo  bi zûtirîn dem tîmên berevaniya şaristanî bi hawara we werin.

Berevaniya Şaristanî ya  herêmê.

><