سیما تیڤی

Gundek ji Êzdiyan hate standin

Navenda Nûçeyan – Sema
MECLÎSA ÎŞXANÊ ÇÛK Beyannameyek li dor dest bserdagirtina gundî da belavkir.
Di Beyannamêda hatiya:
Nîştecîhên gundê îşxanê bi çûk bi salaye gundê xwe amanetî merivên xwe kirine.
Di van salên dawîde çûn hatina welat zêde bûye û gundî dixwazin keşfê derxin ser erdê xwe yên tapû kirî.
Kesên bi salaye li gund bi cîh bûne bêî agahdarîya nîştecîhan li ser xanîyên wan qatekî din xanya lêdikin.

18.06.2025 cûwanê bi navê Teyar Duran bi cûwanê merivên xweve dixwazin kişfê derxin û cihê erdê xwe nas bikin

Malbatên li îşxan çûk hemû kes yanî hemû zilamên li gund asê bûne êrîş dikin û Teyar granî birîndar dikin.

Em weke meclîsa îşxan vê bêbextîyê qebûl nakin û merivên meyî me gund emanet daye wan dahwetî edaletê dikin
Bi êrîşan em çahv tirsyayî nabin û ji milkê bav û kalên xwere îxanetê nakin. Em dixwazin bi aşîtyane çareserî bibînin
Gundê meyî milkê meyi emanetê miryên mene em pevçûnan naxwazin heq û edaletê dixwazin
Em bang eşîrên heremê dikin hûn şahîdin kû ev gundê meye divê hûn navberêde rêça çareseryêre bi alîkarbin
Banga me ji bo rayedarên dewletê girînge dewlet hiqûq û edaletê bimeşîne û vegera Êzdîyan re bi alîkarbe û ewlekariya wan bi parêze.!

Êzdî naxwazin ji axa xwe,gundê xwe û welatê xwe dûr bimînin. Ger dewlet cidî li ser bisekine kes wê cesaret nekin kû êrîşan ser Êzdiyan berdewam bikin.

Gundê ÎŞXANÊ ÇÛK dikeve devera wêranşahr li bakurê kurdistanê.

><