سیما تیڤی

Pirtûka (navdêr) hate weşandin.

Sema:

Di demên dawiyê de gelek  pirtûk û ferheng bi zimanê kurdî hatine nivîsandin û weşandin, Yek ji wan jî pirtûka kurmancî ya bi navê ( Navdêr ) e ya navên kurdî.

Nivîskarê ciwan ( Badîn salih ) ku ev pirtûk nivîsandiye wesan ji bo sema dide diyar kirin: Ev pirtûka li ber destê me bi zimanê kurdî û bi tîpên aramî û latînî hatiye berhev kirin, Ku Çapa siyê ye ez di weşînim û nêzî 3000 nava bi xwe ve digire ku hemû jî kurdî ne  û navên hemû dever û zaravên kurdî têde hene û di gel jî da ramana nava hatiye diyar kirin.

Zêdetir got: Merem ji vê pirtûkê ewe ku navên kurdî taybetmendiya xwe hene wek  her netewekî din û ye girnge dak û bab navên zarokên xwe bi kurdî danin da ku em di nav netew û miletên din de werne nas kirin.

û li dawiyê jî behis kir ku mixabin li hinek deverên kurdistanê dak û bab navên erebî û biyanî li zarokên xwe dikin.

 

 

 

><