سیما تیڤی

Badîn Heso bû endamê Êkêtiya Boksîngê ya Navdewletî (WBC)

Sema

Piştî bi fermî hatiyê daxwazkirin, qehremanê cîhanê Badîn Heso, beşdarî konferansa salane ya bokserên herî bihêz yên cîhanê kir.

Bi amadebûna serokê Êkêtiya Boksîngê ya Cîhanê Mauricio Sulaiman û jimarekê qehremanên cîhanê yên boksîngê, qehremanê cîhanê Badîn Heso beşdarî konferansa salane ya bokserên herî bihêz yên cîhanê kir û bû êk ji endamên herî çalak ê Êkêtiya Boksîngê ya Navdewletî (WBC).

Li ser astê cîhanê jimara qehremanê jêhatî di nav rêzên qehremanên cîhanê da gehîştiyê pileya (20) bîstemîn, li ser astê Almanyayê bûyê yê êkemîn.

Nav û wêneyên wî bi fermî ji aliyê Êkêtiya Boksîngê ya Cîhanê ve di albûma qehremanên navdewletî da cih girtin.

><