Navenda Nûçeyan – Sema
D. Elî Teter, parêzgarê Dihokê pêşwazî li Mîr Hazim Tehsn Beg, mîrê Êzdiyan li Kurdistanê û cîhanê û şandê digel da kir.
Ragihandina parêzgeha Dihokê belav kiriye, îro çarşembê, D. Elî Teter, parêzgarê Dihokê pêşwazî li Mîr Hazim Tehsin Beg, mîrê Êzdiyan li Kurdistanê û cîhanê û şandê digel da kir.
Di hevdîtinê da, behsa xortkirina prensîbên pêkvebiyana olî û pirsên girêdayî pêdiviyên deverên Êzdînişîn bi taybet yên dinav kempan da dijîn kirin.
Herwisa gehandina xizmetguzariyan bo hemû deveran bê cudahî tewerêkî dî yê dîdarê bû.

