سیما تیڤی

Pêkhatineka civakî çêbû.

Sema:

Bi çavdêriya babe şêxê êzdiyan pêkhatineka civakî di navbera dû malbata de çêbû.

Li roja şemiyê 22î xizêranê, bi çavdêriya babe şêxê êzdiyan şêx elî şêx eliyas, pêkhatineka civakî di navbera dû malbata çêbû.

Pêkhatin di navbera malbata bekir hisên mehmê ji êla qîraniya û malbata xidir milko ji êla zendîna yên xelkê şingal hate kirin ku berî niha kêşeka civakî di navbera wan de peyda bibû.

Herdû malbata li beramber babe şêx  li gorî dab û nerîtên êzdiyan  li hev hatin, Dawî bi aloziyê hat.

Bo zanîn komeka rusipî û kesatiyên êzdiyan yên devera şingal berhevî pêkhatinê bûn.

 

><