سیما تیڤی

Bingehê Laliş 78 saliya damezrandina Partî Demokratî Kurdistan pîroz diket

bi helkefta salvegera damezrandina Partî Demokratî Kurdistan, em wek Desteya Bilinda Bingehê Laliş, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Serok Barzanî û serkirdayetî û endamên Partî Demokratî Kurdistan dikin.

Di vê boneya pîroz de, em dixwazin tîşk biêxine ser rolê girîng û berçav yê Serok Barzanî û rêbaza Barzanî di piştevanikirn û parastina mafên hemû pêkhateyên û ayînên Kurdistanê de, bi taybetî civaka Êzidî.

Mêjûya piştevanya Serok Barzanî bo Êzidiyan vedigere bo dehan salan. Di sala 1991ê de, piştî raperîna Kurdistanê, Serok Barzanî rolekî serekî hebû di parastin û vejandina navçeyên Êzidiyan de. Herwiha di salên 2007 û 2014ê de, demê terorîstan êrîş kirine ser gundên Êzidiyan, Serok Barzanî bê dudilî fermana parastina van navçeyan da û hêzên Pêşmerge şandine wêrê.

Rêbaza Barzanî herdem nimûneyeka zindî ya pêkvejiyanê û lêbordeyiyê bûye, û berdewam piştevanya azadiya olî û parastina çandê hemû pêkhateyan kiriye. Vê yekê xwe di gelek boneyan de nîşan daye, wek vekirina peristgeh û navendên ayînî yên Êzidiyan, û piştevanikirina çalakiyên çandî yên civaka Êzidî.

Serok Barzanî û Partî Demokratî Kurdistan di demên herî dijwar de, nexasme di şerê dijî DAÎŞ de, rolekî serekî di rizgarkirin û parastina civaka Êzidî de hebû. Di Tebax 2014ê de, demê DAÎŞ êrîş kire ser Şingalê, Serok Barzanî bi xwe serperştiya operasyona rizgarkirnê kir û hezaran Êzidî ji mirinê hatine rizgarkirin. Piştî wê jî, wî herdem piştevanyî daye prosesa vegeryana awareyên Êzidî bo deverên wan.

Vê helwêstê careka dî selmand ku Partî Demokratî Kurdistan partiyeke bo hemû pêkhateyên Kurdistanê, û ku parastina mafên kêmîneyan erkekî serekî yê wê ye.

Em hêvîdarin ku ev hevkarî û piştevanyî ya di navbera hemû pêkhateyên Kurdistanê de berdewam bît û geşe biket, da bişên pêkve Kurdistaneka azad, avadan û pêşkeftî ava bikin.

Careka dî, pîrozbahiyên xwe dupat dikin û serkeftinê bo Partî Demokratî Kurdistan di xebata wê ya berdewam de bo mafên gelê Kurd dixwazin.

Desteya Bilinda Bingehê Lalişê yê Rewşenbîrî û Komelayetî

16/8/2024

><