سیما تیڤی

Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem dê piştevana mafên rewa yên Êzdiyan bit

Sema
Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê bi helkefta cejna Cemayê peyamekê arasteyî Êzdiyan diket û dibêjit: “Pîrozbaiyê li xwişk û brayên Êzdiyên Kurdistan û cîhanê, herweha Babêşêx û civata rohanî dikem, hêvîdarim cejneka xêr û xweşiyê bit bo wan.”

Deqê peyama pîrozbaiya Serok Wezîran Mesrûr Barzanî:
Cejna Cemayê li tevaya xwişk û brayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê û Mîr û Babe Şêx û civata ruhanî pîroz dikem û hêvîdarim bi xêr û xweşî cejnê derbaz biken.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê her dem dê piştevana mafên rewa yên Êzdiyan bit xizmetkrina wan û tevaya çîn û tex û pêkhateyên Kurdistanê bi erkê here li pêşê xwe dizanit. Cejna Cemayê li hemuyan pîroz bit. Hêvîdarim hertim şad bin.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê

><