سیما تیڤی

Zaroyek li nahiya Xankê di avê da xendiqî

Sema

Zarokekê temenê 3 bo 4 salî îro Çarşembûyê di nav ava Xankê da xendiqî û termê wî bo pzîşkya dad hate rewanekrin. Zerdeşt Şêx Şamo,rêveberê nahya Xankê bo sema ragehand;îro roja Çarşembûyê 31 Tîrmeha 2024ê li demjimêr 10:30ê sibê hatine agehdarkirin li ser rûdaneka xendiqînê li rûbarê Dîcle li Xankê,zarokekê temen 3bo 4 salî bi navê “bendewar wîsam heyas” li gundê zeynîat dema li gel babê xwe qesta avê di kin dyarbûye babê wî bi trumbêla xo mijûl bûye û ageh lê nebûye,zarok çûye ser avê û xendiqî ye. Rêveberê nahya Xankê aşkera kir :tîmên niqomvanan êkser gehiştine cihê rûdanê û karîn termê wî zaroyî derbêxin û hate rewane kirin bo pzîşkiya dad li Dihokê.

><