Sema
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Şîretkarê Asayşa nîştîmanî ya Îraqê rewşa aramiyê li Îraqê bi tevayî behis kirin û dîsan jî tekîdî li ser bi cî anîna rêkeftina Şingal û aram kirna rewşa deverê bi tevayî kirin.
Îro li roja Pêncşemê 11ê Tîrmehê 2024ê, Mesrur Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li Qasim E’recî, Şîretkarê Asayşa nîştîmanî ya Îraqê kir, Di civîna xwe de tekîdî li Alîkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Fîdral ya Îraqê ji bo rûbrûbûna metirsya gefên terorê û parastina Asayş û aramiya deverên sinorî kirin.
Tê zanîn li Okrobera sala 2020 Rêkeftina Şingal di nevbera herdo Hikûmetên Herêma Kûrdistanê û Hikûmeta Îraqê de hat Îmzakirin ku têde Aramiya rewşa Şingal û vegera Awareiyan û çend pirsên din ên girêdayî rewşa deverê hatbûn behis kirin.