سیما تیڤی

Qaimeqamê Şingal: Ptir ji 90 gorên bikom hatine dîtin

Sema

Qaimmeqamê qeza Şingal ragihand, têrorîstên DAIŞê xelkê Şingal û bi taybet Êzidî di nav gorên bikom da gulebaran kirine û hêşta gor tên dîtin.

Îro Sêşembûyê êkî Oktobera 2024ê, Naîf Seydo, Qaimeqamê qeza Şingal bi wekalet bo ragihand: Demê têrorîstên DAIŞê hêrişî qeza Şingal kirî bi dehan welatiyên Êzidî di nav gorên bikom da li hemû deverên Şingal gulebaran kirin. Got jî, heta noke pir ji 90 gorên bikom û tak hatine dîtin.

Amaje bi wê çendê da demê xelkê Şingal vegeriyane ser deverên xwe ji layê welatiyan ve jî gor hatine dîtin û pêşbînî dikin hêşta mabin.

Rêkxirawa DAIŞê ya têrorîstî li 3yê Tebaxa 2014ê dest bi ser Şingal da girt û tawanên dijî mirovahiyê û bikom derheqî Êzidiyan encam dan û 6417 welatî ji keç û jin û zarok û zelaman girtin û hêşta çarenivîsiyê bi sedan yê diyar nîne.

><