سیما تیڤی

RESM Û HELBEST

Şeirên xweş vehûne,
Bila gel jî bixûne,
Binirxîne hestên te,
Bişkîne xwe tîbûne.
Bixalife sewd, hişe,
Hîs bike xuşe-xuşe,
Biherike ji gîyan,
Paqij, zelal bikişe.
Barê cîhan ser mile,
Melhema cerg û dile,
Ew serkêşa govende,
Dililîne eşq, kule.
Labîrînt da bigere,
Netirse ji bagere,
Hilbijêre rêbazek,
Asê be lê vegere.
Hevdura resm û helbest,
Parvedike bi mabest,
Nêt û armanc cûdaye,
Bêje nêrîna serbest.
Wêne tim xapînoke,
Perde ber navaroke,
Helbest li bin sîya wê,
Dibe bûkek şermoke.
Nenhêre gaz û gerdan,
Nirxê nede dêm-dîdan,
Birqa geş û efsûnî,
Xulam ruhê nûr, şemdan.
Fotoşop fen û fêle,
Hest bin sîyê dihêle.

><