سیما تیڤی

Mehdî Hesen: Bangêra “Pîrê Cerwa” bangê xêrê ye

Pîrê Cerwa êke ji bab çak û xasên li ser demê Şêxadî hatîye nasîn, salê du cara rêuresmên bangêrê û tuafa wî jilayê mcêwrên bîrê cerwa û xelkê baskê şêxa dêne gêran:
Êk – Bangêr li înya nîveka çilê zvistanê ev helkefte dête saxkirin,
Du – Tuaf li beharê careka dî hemu xelkê baskê şêx û deverê pişkdarî rêuresmên tuafê dibin bi govend û dîlan û xoşî û şadî vê helkeftê sax diken, li van her du helkefta gundîyên baskê şêxa û oldar û mcêwer li hev komdbin liber mezargehê Pîrê Cerwa û hindek ji rêuresma dêne gêran weku xêr bo Pîrê Cerwa bvî rengî:
1- Simat dête drustkirin,
2- Çira dête vêxistin,
3- Qewl û qesîde dêne gotin liber mezargehî
4- Xelkê baskê şêx dikene eyd û bitirya xelkê dêne ber mezargehî zîyaretî dbin, û her malka mirîdên wî serbrekê serjêdkin û her kesekî xêrekê bi ket diruste
5- Govend dête gêran lber mezargehî û hemu xêzan û kesên hazir pişkdarî vê dîlanê dbin wek xêreka mezin d bawerîya xelkê meda û jinên mezin di hilhilînin,
6- Dîkil ku hîmayê Mîtraya ye her maleka Êzidî evên li deverê dvêt salane dîklekî bi dene Pîrên Cerwa nexasme mirîzên Pîrê Cerwa,
Ligor rêuresm û hedûsetîyên ser zemanê Şêxadî hatîn danan bo her êşekê û derdekî xasek teslîma wî hebu maşên Pîrê Cerwa jî eve bun:
1- Êk ji maşên Pîrê Cerwa teslîma dûbişkî ye, her kesekî dûbişk pêvedet û tengavbit qesta ber mezarê Pîrê Cerwa û nevîyên Pîrê Cerwa dkin jiberku teslîma dûbişkê bi destê wane
2- (Çav kolî) her kesekî çavên wî kolbin qesta ber Pîrê Cerwa bket yan xo pavêne mala her nevîyekî Pîrê Cerwa duayekê liser biket diruste bo çareserîyê
3- Êşa çoka û êstîkên lingî kufka (mifasil) ev core nexoşîya heyn qesta Pîrê Cerwa û nevîyên wî dkin
Her bo zanîn Pîrê Cerwa pîrê Şêxadî ye û gundê Cerwana gundekî dêrîn û kevnar liser zemanê Aşûrîya li wextê Senharîb ev nave û ev gunde hebûye û sikrê Cerwana jî êk ji wan sikrên navdar û dêrîne liser zemanê Senharîbî berî 712 salên zaînî hebûye li Cerwana.
Wekî dî jî her bu zanîn bangêr ramana gêrana berî ye li ser banî da ku bihête qutan û heşk kirin niha jî li gundên çîyayî û befr lê heyn banên xu bi berekî xruvir (bagoran) d gêrin li ser banêt xu jiber ku li vî demê salê befreka zor d barît û her wesa baran gelek d barît ev car ew aqid pîtvî paqijkirin û serederîyê hebu li wî demê salê evcar we dîyare xelkê nîveka çleyî dest nîşan kirîye ji bu vê xilmetî her sal biçin û bêşik her kesê biçte vê xizmetê xîrek mezine û her hemdille her sal mcêwer vê rojê d ken oğlem û hemî mirîd û xelkê baskê şêx û xelkê bajêrê Êsifnê pişkdarî vê xêrê dbin di bêjinê bangêra Pîrê Cerwa bangê xêrê ye…

><