سیما تیڤی

Nedim Erkiş: ÇİMA TIFAQA ÊZDÎXANÊ ÇÊNABE?!

Her miletek,Ol û civakek bi navekî tifaq û yekîtiya xwe çêdikin û xwe dinava Cîhanê de temsîl dikin.Henek bi navê Milî,Netevî,Omet,Alem û henekjî bi navê cûr bi cûr herêmî xwe binav dikin…

Hemû milet û Ol ji xeyînî Êzdîxanê miletê wan û olê wan gelek şax,nav kokê wan ê ne orjînalin lê dîsajî wek min li jor bi navkiriye bi gelek nava tifaq û yekîtiya çêkirin e miletê xwe û Ola xwe diparêzin…

Em Gelê Êzdîxanê bi hezara sala xwedî dîrok,mitoloji,felsefe,sed û hedinjî,jiber Ola xweye Qedîm û kevnar bingeha gelek milet,Ola û Civakanejî mixabin me ji gelek milet û ola 74 jenosîd û ferman dîtine…!

Tevî vê dîroka bi hezar salajî mixabin wek tê xwastin.Tifaqa û Yekîtiya Gelê Êzdîxanê wek tê xwastin.Çênebûye gelo çima?
Dema kû dîroka Gelê Êzdîxanê tijî jenosîd,ferman û qirqiribin.! Di pêvajoya Mîratiyêde 17 Mîrê Êzdîxanê hatibin Qetilkirin…Bi sed hezara cangorî çêbûne, Hertîm dijimina xwastiye Gelê Êzdîxanê bê Rêber û tifaq be,hemû arşivi û meteryalê netevî û Olî şewtandibin.Û desteser kiribin.! Hertim dîrok û felsefa me ji terefê biyaniyave hatibe nivsandin.Ev bûyerê dîrokê tev astengê mezinin li pêşiya Tifaqa Gelê Êzdîxanê çêkirine nehîştin e Tifaqa û Yekîtiya Gelê Êzdîxanê ya Olî û Netevî çêbive…!

GELÊ ÊZDÎXANÊ Û DÎROKA WAN NE GEL Û DÎROKA BERÊYE!

Piştî Jenosîd û fermanê 03.08.2014an Gelê Êzdîxanê bi bedelê sed sala 00/21 bi dîrok,Mîtolojî û felsefa xwe ji aliyê Cîhanê ve baştir.Û rastir.Hate naskirin.Û xweyî derketin…! Dîroknas,Lêkolînêvan,nîvîskar,rewşenbîr,zaniyar,hunermende,rêxistin.Hemû berpirsyarê xîretkêş ê Êzdîxanê dîrok û pêvajoya ji nan avê ferztir jibo tifaq û yekîtiya Êzdîxanê ya Olî û Netevî bi xwe dinivîsinin û xweyî derdikevin…!

ÊDÎ ROJ ROJA TIFAQA ÊZDÎXANYE!

Gelê Êzdîxanê êdî di serîde Mîrê Êzdîxanê,Heyeta Rûhanî,hemû Rêxistinê Êzdiyan hemû kes û kesayetê min navê wan li jor zikirkiriye dema kû em hundabikin ne maye roj roja xîretêye,roja tifaq û yekîtiyêye,emjî wek hemû miletê Cîhanê û olên li dunyayê tifaq û yekîtiyan Êzdîxanê rojek berî rojekê avabikin.!!!

Ez hêvîdarim di serîde Mîr Hazim Tahsin Beg,Heyeta Rûhanî hemû rêxistinên Êzdiyan û hemû kesên xwe berpirsiyar bivîne vê bangawaziya min cîdî bigirin û bi rengekî lezgîn têkevin nava hewldanên tifaq û yekîtiyê.?!

><