سیما تیڤی

Êzdî û çar hêlên sor

Sema:

hesen qeual reşîd

1. Peristgeha (Laliş) a nuranî: Di ête danan bi cihekî olî yê here pîroz û kevintirin peristgeha li kurdistanê û pîroztirin kanî lê ye li ba kurdên êzdî, Divê her kesê êzdî xwe pê mor bike ku ewjî kaniya (Sipî ye), Giringe bêjin her çar serkirdên barzan seredana Laliş kirne (Barzaniyê nemir, kak mesud, kak nêçîrvan, û cenabê kak mesrur).

2. Ala kurdistanê: Ev ala nîşan e ji bo îrada hemû pêkhatê kurdistanê û bi taybet kurdên êzdî, Ku têda(Roj) di ête danan, Qîbleiya Êzdiyan û herweha sor û kesik û sipî û zer, Ev renge hemû hatîne nexşandin li ser mezarên êzdiyan ku di vê em şanaziyê bi van renga bi bin.

3. Netewa kurd: Di ête zanîn ku kurd ji esas de wek ol êzdî ne û ji ber vê çendê em desta ji vê netewê na berdin û bi şêwekî û her tengaviyek û nexweşyek rêgirî  û zehmetî werine di rêiya me de, Dê di girê day bin bi axa bab û bapîra ve û dê berevaniyê jê kin û dîsan jî alîkarbin di avakirna pêkvajiyan û lêborînê û aştîyê û ew navê şêrînê şakirî kurdistane.

3. Serok mesud barzanî: Em hemû di zanin ku serok mesud barzanî diyar dibe ku her û her berevanîkare ji bo parastina mafên pêkhatên kurdistanê û heke cenabê serok neba da kêm netewe di nûçeiyên borî de cih girin,

Her wek cenabê wî gelek cara amaje pê daiy ku êzdî hêla sorin û yê li ser mafên wan derbas be û bin pê bike dê wan desta birin û herweha got û soz da dê ruha xwe gorî û pêşkêş ke ji bo rizgarkirna şingalê û bi timamî soza xwe bi cî anî û li roja îniyê 21î kanona dûyem li serê  çiyayê şingal mizgîniya serkeftinê ragehand.

><