سیما تیڤی

Welatîyekê Fransî bi tohmeta cînosaîda Êzidîyan dê ête dadgehkirin

sema
Dadwerekê lêkolînê li dadgeha Parîsê biryara dadgehkirinê bo hevwelatîyekê Fransî daye, ku tohmeta tawana komkujîya jinên Êzidî lê hatîye dan.

Li roja çarşembûyê, 9ê Tişrîna Êkê 2024, dadwerekê lêkolînê li beşê tawanên dijî mirovayetîyê li dadgeha Parîsê ferman da bi dadgehkirina Sebrî Seyed, ku êk ji çekdarên radîkal bû û li sala 1984ê li bajêrê Tolozê yê Fransa hatîye diniyayê.

Dadwerî di lêkolînên xweda amaje bi wê çendê kirye, Sebrî Seyed ku guman dihête kirin ku ji sala 2018ê ve li Surya hatîye kuştin, di navbera salên 2014 – 2016da, tawanên dijî mirovayetîyê li Surya kirine, bi şêweyekê ku li gor belgeyên berdest, çar jinên Êzidî û heft zarok bi destê wî bûne qurbanî.

Li gor belgeyan Sebrî Seyed reftarên wî wekî reftarên nemirovane yên rêkxirawa DAÎŞ bûne, bi taybet kirîn û frotina jin û keç û zarokên Êzidî û desteserkirin û bi koylekirin û destdirêjîkirina ser wan.

Sererayî ku dengoya kuştina wî tometbarî heye, lê jiber ku belgeyên mirin û kuştina wî nînin, lewma dadgeha Parîsê dişêt bi şêweyê “xiyabî” dadgeh biket.

><