سیما تیڤی

Peyama pîrozbahiyê ya berêz Baba Şêx bi helkefta cejna Serê Sala Êzdiyan

Sema

Bi helkefta hatina cejna Serê Sala Êzdiyan, ku dikevite roja Çarşembê, 15ê Nîsana 2026ê, berêz Baba Şêx, Şêx Elî Şêx Elyas, germtirîn pîrozbahiyan arastey hemû xuşk û birayên Êzdî li Kurdistanê, Îraqê û li seranserî cîhanê dike.

Semaheta wî dixwaze ev helkefte bo hemû Êzdiyan bi xêr û bereket bît, û aştiyê bide hemû mirovahiyê, du’a dike ku aşti li deverê peyda bi bit û şer û arîşe ji welatê me yê xoştivî dûr bikevin.

Di vê roja pîroz da, em daxwazê ji hikûmeta fîderalî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, bi rijdi û bi berpirsiyarî kar bikin bo avedankirina qeza Şingalê, û dabînkirina jîngeheka guncay bo vegeriyana awareyan bo cih û warên wan bi keramet û aramî, daku seqamgîrî û paşeroja nêveyên wan bihête misogerkirin.

Herwesa berêz Baba Şêx tekezê li wê çendê dike ku ev cejne, ya ku hêma û nîşane bo pêkînanê gerdûnê û jiyana nû, bangewazeka berdewame bo girêdan bi reh û rîşalan û parastina bahayên resen yên ayînê me yê pîroz, daku mînîte şanazî bo nêveyan wek çawa hemîşe bûy.

Serê salê li hemûyan pîroz bît.. Cejna hewe ya mubarek bît.

Berêz Baba Şêx Şêx Elî Şêx Elyas

14 Nîsana 2026ê

><