Navenda nûçeyan – sema
Serokê hikumeta herêma kurdistanê cejna Akîto û serê sala nû li Kildan, Aşûrî û Siriyanî yên kurdistanê û cîhanê pîroz diket.
Îro çarşembû yê 1î nîsana 2026, mesrur barzanî, serokê hikumeta herêma kurdistanê, li hejmara xo a taybet li tora civakî a “X” peyamek belav kir û ragehand, “pîrozbahî a cejna Akîto û serê sala nû li xuşik û birayên Kildan û Aşûrî û Siriyanî li Kurdistanê û hemû Cîhanê pîroz dikem. ”
Ev cejne ku bi serê sala nû ya bablî û aşûrî dête nasîn dikefite êkemîn roja meha nîsanê û bi cejneka netewey a pêkhateyên kirîstiyan dête danan mêjûya vê helkeftê bo pitir ji 5 hezar salan berî zayînê dizvirt. Salane kirîstiyan li ‘êraq û herêma kurdistanê bi poşîna cilkên netewey û encamdana rêwresmên cuda wek “rêpêvana binewşey” vê cejnê pîroz diken ev aheng gêrane bo mawê 12 rojan berdewam dibin û geşt û seîranan jî bi xo ve digirn li herêma kurdistanê jî ji sala 1992ê were bi şêweyekê fermî û taybet li parêzgeha dihokê ev cejne dête saxkirn.
