سیما تیڤی

Rewangeha Îko Îraq: Ragirtina geştên asmanî rojane 360 hazar dolar ziyanê bi Îraqê digehînit

Rewangeha Îko Îraq: Ragirtina geştên asmanî rojane 360 hazar dolar ziyanê bi Îraqê digehînit

Evro Duşembî, 30ê Adara 2026ê, Rewangeha Îko Îraq ragehandinek derbarê ziyanên ragirtina geştên asmanî belavkir û têda hatiye: Berî destpêkirna şerî, rojane nêzîkî 800 firokeyên navxoyî û biyanî di asmanê Îraqê ra hatin û çûn dikir, û ev rêjeye zêdetir bû ji caran ku berî hingê rojane 700 ta 750 firoke diman.

Di ragehandnê da hatiye diyarkrin ku krêya her firokeka di asmanê Îraqê ra derbaz dibit nêzîkî 450 dolarane, ku dahatê rojane digehişte 360 hazar dolaran, û di heyvê da dikete 10 milyon û 800 hazar dolar.

Ragirtina geştên asmanî li Îraqê û Herêma Kurdistanê piştî wê çendê hat ku li 28ê Şubata derbazbûyî, Emrîka û Îsraîlê hêrş kre ser Îranê û grjî û aloziyan devere-ka berfireh ji Rojhelata Navîn vegrt.

><