سیما تیڤی

Gaza spî dê li ser awareyen Şingalê ête dabeşkirin

Navenda nuçeyan – Sema
Awareyen Şingalê yên li kempan û vegeriyayîne deveren xwe dê gaza spî wergirin û li van rojan dê dest bi dabeşkirinê ête kirin.

Nivîsîngeha parlamentar Mehma Xelîl, endamê encûmena nunerên Îraqê belavkiriye, rezamendî ji aliyê rêveberê kompaniya dabeşkirina berhemên petrolê li parêzgeha Neynevayê hatiye wergirtin ku li van rojan dê dest bi dabeşkirina gaza spî li ser awareyen Şingalê li kempan û ji derveyî kempandа û yên vegeriyayîne deveren xwe bête kirin.

Diyar jî kiriye, rêveberiya koç û koçberan taya Duhokê hatiye agahdarkirin bo wergirtina pişka gaza spî dakû bidin awaran.

Hêşta bi sedan xizanên awareyen Şingalê li navа kempan da li sînûrê parêzgeha Duhokê û îdara serbixweyа Zaxoyê jiyana xwe di rewşeka perîşan da derbaz dikin.

Herçende digel destpêkirina werzê zivistanê proseyа dabeşkirina gaza spî li ser awaran girêbûyê, ew dixwazin bi zûtirîn dem gazê wergirin.

><