سیما تیڤی

Hingvînê Şingalê bo dervey welatê dête rewanekrin

Sema

hingvinê Şingalê nav û dengî û tameka xweş li deverê heye, jiber kualîtiyeka baş daxwaziyeka zor li ser heye û bo derveyî welatî jî dête hinartin û rewanekirin.

Salim Qasim Girmiz, êk ji mêşevanên Şingalê ye li gundê Girmiz ser bi nahiya Sinûnê li sala 2000 dest bi xudankirina mêşên hingvinî kiriye û bo Sema dibêjit: Pirojê wî bi xudankirina û berhemînana hingvinî ye li deverê, hingvinê Şingalê tameka xweş heye û pitir daxwazî li ser heye jber pêkhatên xwarinê yên serekî bo mêşê û hingvinî têda hene.

li deverê û herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaziyeka zor li ser berhemî heye

Got jî: Gîrobûna baranê îsale karîgerî li ser kêmiya berhemê mêşan hebû, nêzîkî 2 ten û nîvan me berhem îna, herwiha zêdebûna berhemî ji dever bo deverê û sal bo salê cudaye.

Wî mêşevanî aşkirakir: Salane berhemekê baş yê hingvinî di froşim, li deverê û herêma Kurdistanê û Iraqê daxwaziyeka zor li ser berhemî heye, li derveyî welatî jî gelek bo welatê Elmaniya dête rewanekirin.

Mêşevanê navbirî di dirêjahiya axiftinên xwe da diyar jî kir, di salên bêt da dê projeyê xwe berfirehtir keyn bo berhemînana hingvinî.

Li deverên çiyayê yên Şingalê mêşên hingvinî dêne bi xudankirin, mêşevan bizavan diken berhemê xwe zêde biken û bo pêwistiya navxwo dabin biken.

><