سیما تیڤی

Mînheya heyva 9 ya Serokwezîran Mesrûr Barzanî li ser rizgarbûyên Êzidî hate dabeşkirin

Sema

prosesa dabeşkirina mînheya heyva 9 ya Serokwezîran Mesrûr Barzanî, li ser rizgarbûyên Êzidî destpêkir û bo demê sê rojan dê berdewam bit.

Îro çarşembûyê 18ê Îlona 2024ê, li demjimêr 10 sibê li hola LalIş yek li komelgeha Şariya nivîsîngeha serokwezîran Mesrur Barzanî û bingehê lalIş li duhokê dest bi dabeşkirina mînheya heyva 9 li ser rizgarbûyên Êzidî ji destên DAIŞê kir, ku kujmê 150 hezar dînaran bi her rizgarbûyekî dête dan.

Mînheya meha 9 destpêkê li komelgeha Şariya dest pêkir, paştre li nahiya Xankê û paşî li roja pênçşembûyê li qeza Şêxan û roja îniyê li komelgeha Dêrebûnê rizgarbûyên Êzidî dê wergirin.

Hemû rizgarbûyên çûyîne derveyî welatî jî dê mifadar bin, bingehê LalIş lînkek belavkiriye ku rizgarbûyên Êzidî dikarin formê tijî biken bo wergirtina mînheya darayî.

Bi biryara rêzdar Mesrûr Barzanî, serokê hikumeta herêma Kurdistanê projeyê mînheya darayî bo rizgarbûyên Êzidî ji destên DAIŞê hate ragihandin.

Pirojê piştevanya darayî bo rizgarbûyan, wek qonaxa destpêkê sê hezar û 575 kes, ji herdu regezan û temenên ciyawaz dê mifadar bin, piroje ji layê bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî dête bi rêvebirin, herwiha çend rizgarbûyî jî di nava evê tîmê da beşdarin.

><