Navenda Nûçeyan – Sema
Civata Ruhî ya Bilind ya Êzdiyan dê kom be û çend tewerên girêdayî bi rewşa niha ya Êzdiyan ve gutobêj bike.
Cewher Elî Beg, wekîlê Mîrê Êzdiyan ji bo karûbarên pêwendiyan ji bo Sema eşkere kir, biryar e di van rojên pêş de Civata Ruhî ya Bilind ya Êzdiyan bi serokbûna Mîr Hazim Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan, kom be.
Navbirî eşkere kir: “Rewşa niha ya Êzdiyan û bi taybetî Êzdiyên Sûriyê di civînê dê were gotûbêjkirin”.