Sema
Bi helkefta serkeftina gencê xwedan şiyan Badîn Heso di yariya boksîngê a nêvdeveletî li welatê Elmanya di.Elî Teter parêzgarê Dihokê peyameka pîrozbahiyê belav kir.
Deqê peyama pîrozbahiyê ya d.Elî Teter:
Pîrozbahiyyê li qehremanê Kurd kurê parêzgeha Dihokê Badîn Îdrîs Heso dikeyin ku careka dî û di yariya xo a 49ê da şiya li wîlayeta Nordrhein a Elmanya fîdral beramber hevrikê xo di qehremanîya boksîngê a serkeftinê tomarbiket û sêyem qayşa WBCya nêvdeveletî bidesvabînit. Destxoşiyê lê dikeyin ko b alayê pîrozê Kurdistanê beşdarî d qehremanîyê da krî û b doruşmên neteweyî ahenga serkeftinê gêray û piştevanya xo bo genc û lawên werzişvan yên parêzgeha Dihokê dupat dikeyineve.
