سیما تیڤی

Bingehê Laliş kombûna xwe ya asayî encam da

Sema

desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û civakî li Duhokê, kombûna xwe ya asayî encam da û çend tewerên girêdayî bi rewşa êzdiyan ve gotûbêj kirin.

Li roja sêşembiyê 17ê Îlona 2024ê, desteya bilinda bingehê laliş kombûna xwe ya asayî bi serokatiya “seîd cirdo” serokê bingehî û bi amadebûna “Dr. Seîd Xudêda” cîgirê serokî û endamên desteyê û berpirsên tayên Laliş encam da.

Di kombûnê de çendîn tewerên girêdayî bi rewşa êzdiyan ve hatin gotûbêjkirin.

Her di wê kombûnê de gengeşe li ser kar û çalakiyên tayî û nivîsîngehên laliş hate kirin.

Herwiha amadebûyan dupat li ser pirtir xizmetkirina civaka êzdî û bilindkirin û pêşvebirina astê rewşenbîrî kir.

><