sema
Îro Çarşembûyê 23ê Tişrîna Êkê 2024ê, li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Albrecht von Wittke Konsulê Giştiyê nû yê Elmanya li Hewlêrê kir.
Di wê dîdarêda Konsulê Giştiyê Elmanya li Hewlêrê pîrozbahî li Serok Barzanî kir bo brêveçûna serketina prosa helbijartinan xula şeşê ya Parlamentê Kurdistanê û bi pêngaveka giring ya Herêma Kurdistanê bo qonaxeka nû ya jîyana sîyasî wesif kir.
Her di wê dîdarêda rewşa sîyasî û dawî pêşhatên Êraqê û deverê û peywendiyên dinavbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û Hikumeta Êraqa Fîdralî û herwesa pêngavên piştî prosa helbijartinan Parlamentê Kurdistanê û pêkanîna hikumeta nû hatine behiskirin.
Serok Barzanî hêvîya serketinê bo Konsulê Giştiyê nû yê Elmanya li Hewlêrê xwast di erk û karên wî da û herwesa hêvî xwast ku peywendiyên dinavbera Herêma Kurdistanê û Elmanya da pitir geşekirinê bixove bibînin.