“DIL JI MIN BIR”
Seyran celad
Rojek roja havînê,
Nasya xwe da evînê,
Hîs kir wetayê jîn ê,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Xweda min ra keremdar,
Dilê sotî ye xemdar,
Bû serxoş û evîndar,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Lehengê min kamile,
Hub zelal û adile,
Hest û nêrîn mayile,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Cote kevên tekûze,
Hîsê me yên rast, dûze,
Heland cemed û bûze,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Movet paqij, teswîre,
Xulikî ji dotmîre,
Ewe dildara mîre,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Kubra serê sibeye,
Qesra ruh da qubeye,
Hêz û qinyat, tabeye,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Çelx zivirî bêpayîn,
Nebe emir ra xayîn,
Qebûlke tu ev dayîn,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Dil bişkivî şabûne,
Çawa karyo, beybûne,
Hezkiryê min Mecnûne,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Ez nêçîra nav tore,
Mohbet ser dil bû more,
Mij û dûman li dore,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Ber hec û zîyaretê,
Vexwer ava qudretê,
Bîr nakim heta-hetê,
“Dil ji min bir, dil ji min”.
Dil ji min bir bê îman,
Ber çev naçe rû, dîman.