سیما تیڤی

Pîr Xelat Elyas: Zimanê baş qelema îmanê ye

Navenda nûçeyan – Sema

Zanîn û me’rîfeta dinyayê bextewerî ye bo mirovê li zimanê xwe miqatbet anku hajê hebit dê serbest bit û nakefte astengên gotinê, başî û xrabî ji zimanî derdikevin weka du kanyêt avê êke tehl û êke şirîn, heke te dest havêt kanya tehl tu bûye behra dojê û rexnit ser dinyayê lewma ji edebê dînê me Êzdyan dibêjt:

Hey zimanê yê sotinê
Xeberek ya hey neya gotinê
Dê bo çî tu dahirkey ruyê dinê.

Heke te dest havête kanya şirîn dê zimanê te bite qelema îmanê bo rêya xodê û rêberya karên baş û pêşkewtna ser dinya û dê bite klîla xêrê li baxê cinetê lewma ji edebê dînî dibêjt:

Hey zimanê î xebate
Xebera xoş şeker û nebate
Xebera nexoş çî mife’ete
Tu dilê însana pê dikey rehte.

Hindek ji rost û vehûnandna bi zimanê d’êne gotin û diyarkirin wek qelema îmanê bo jîn û jiyanê li ser ruyê erdê:

1- Not û neh (99) erkanên pîroz yên xodê nasînê.
2- Ferzên îbadetê wek sicûde bo xodê.
3- Oldar û derwêş û qelender û xilmetkar û extyar û aqildarî.
4- Şîret û wesyetên baş û xêrxwaz û rêberyên pêşkewtî û serferazya demî.
5- Perwerda û bawername û pile û serbestî.
6- Yasa û parastin û tena û eramî û tifaq û tebayî.
7- Lêborîn û lêk xoşbûn û rêz û qedir û nasîn sîfetên zimanî ne.

Gelek gotin û rostin û vehûnandnên zimanî yêt heyîn û he bo zanîn xrabî û tehlî jî yêt hey lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêjt:

Min gelek ziman dîtin bi ser
Roja axretê qîr dihelandin û berdane ser
Hemû ew bûn yên ji nebuyê dan xeber

Min gelek ser dîtin bi zimanê xwe di hilwase
Li roja axretê zibînî dihatnê bi duzan û dase
Hemû ew bûn yên ji nebuyê dikirin qal û behse.

Belê d’êzdyatyê da zimanê baş qeleme îmanê ye lewma ji edebê dînî bo me daye diyarkirin û dibêjt:

Ev dinya dinyayeka pir rengîn e
Ye tije ye ji qewm û meseb û dîn e
Û her kesek bi zimanê xwe xodê dihebîne.

Pîr Xelat Elyas

><