Sema
Biryare li 11î vê heyvê, êkem yariyia cama 2026an di navbera helbijartiîyê Meksîk û Başûrê Efirîqiya li yarîgeha Azideka bête kirin.
Di cama ev saleda 48 helbijartî pişkarin ku li ser 12 koman hatîne belavkirn, û hemû dê hevrikiîyê li ser bi destive înanana cama cîhanî ken.
Êk ji wan welatên pişkariîyê di mondiyala ev saleda diket welatê Elimaniyaye, ku êkem yariîyia xwe li 14î vê mehê dijî helbijartî yê Kurasaw li Wîlayetên Êkigirtî yên Emirîkayê dê encam det.
Bo cara êkê jî di dîrokê da, yarîzanekê Êzidî dê pişkariîyê di camê da ket, ew jî yarîzanê berniyas ser bi helbijartî yê Elimaniyave “Denîz Unidaf”e.
Denîz Unidaf binereţê xwe kurekê Êzidîye û xelkê bajarê Ruhayê a (Urifa) li Bakûrê Kurdistanê, û niho li Elimaniya dijît.
Navbirî êke ji diyartirîn yarîzanên yaneya Ştutgarit a Elmanî, ku di vî werzî da 25 gol digel yaneya xwe tomarkirîne û di hêla hêrişberîyêda yarî yê diket.
