سیما تیڤی

Serok Barzanî: Şoreşa Gulanê qonaxeka girng û çarenivîssaza xebata gelê Kurdistanê bû

Navenda Nûçeyan – Sema

Îro sêşembûyê, 26ê Eyara 2026, Serok Barzanî peyamek bi helkefta 50emîn saliyada hilkirna şoreşa Gulanê belav kir. Serok Barzanî şoreşa Gulanê bi “qonaxeka girng û çarenivîsaza xebata gelê Kurdistanê” bi nav kir û tekez kir, “Ev şoreşe dirêjepêder û helgira peyam û amancên şoreşa mezna Eylûlê bû.”

Di peyama Serok Barzanî de hatiye: “Şoreşa Gulanê bo hemu layekê selmand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê bo demekê kurt tûşî rawestiyanê bit belê îradeya gelê Kurdistanê hîç demekê neşkestiye belku bo geheştin bi amancên pîroz bi omêd û hêzeka nûyî a xebatê berdewam bûye.”

Deqê peyama Serok Barzanî: Bi navê Xwedê mezin û dilovan Şoreşa Gulanê qonaxeka girng û çarenivîssaza xebata gelê Kurdistanê bû. Ev şoreşe berdewamî û helgira peyam û armancên şoreşa mezna Eylûlê bû. Şoreşa Gulanê bo hemu layekî selmand ku eger di qonaxekê de xebata gelê Kurdistanê bo demekê kurt tûşî rawestiyanê bûbît, lê îrada gelê Kurdistanê ço caran neşkes, belku bo geheştin bi armancên pîroz bi omêd û hêzeka nû di têkoşan û xebata xwe de berdewam bû.

Şoreşa Gulanê serkeftin bi destve îna, jiber ku pişt bi qahremanî ya pêşmergey û xoragrî ya cemawerî û rêkxistineka bi hêz û dirûşm û armancên rûn bestbû.

Di 50saliya şoreşa Gulanê de, pêzanînên min bo cemawerê Kurdistanê û hemu wan têkoşer û pêşmerge û nîştimanperweran hene yên ku li navxo û derveyî Kurdistanê rolekê qahremanane di şoreşa Gulanê de hebûyî û dîrokeka geş û tji şanazî bo gelê xo tomar krî.

Di vî yadê de silavan bo giyanê êkem şehîdê şoreşa Gulanê, şehîd Seyid Ebdullah Hacî Omeranî û şehîdên şoreşa Gulanê û hemî şehîdên Kurd û Kurdistanê dehnêrîn. Azadî û destkeftên dî yên gelê me, berhemê xwîna şehîdan û qahremanî ya pêşmergey û renj û dilsozî ya xebatkarên şoreşa Gulanê û hemî şoreşên gelê Kurdistanê ne.

><