Li bîreweryia salvegera 10 ya komkujiya xelkê sivîlê gundê Koço û salvegera17 ya komkujiya xelkê sivîl li herdû komelgehên Gir’ezêr û Sîba Şêx Xidirê ku dirêjepêderên wan ferman û qirkirnê ne yên li dijî Êzidiyan bi taybet û milletê Kurd bi giştî hatine encamdan em serê rêz û newazişê ji bo canê pakê tevaya cangoriyan diçemînin.
Li van bîreweriyên hinav hejên em weku Bingehê Laliş tekeziyê li peywendiyên birayane yên di navbera Musliman û Êzîdî û hemû pêkhatên vî welatî dikin û diyardikin ku ew terorîstên ev tawanên dijî mirovayetiyê encam dayn nûnerayetiya hîç aynekî nakin belku ayîn ji bo meremên xwe yên siyasî bi kartînin.
Birayetî û lêborîna di nav hemû pêkhatên Kurdistanê û bi taybet Musliman û Êzîdiya ji hemû hewlên terorîst û faşîstan bi hêztire û çi cara ew kevala rengîna pêkvejiyana hemû ol û netewan ku bi xwîna hezareha cangoriyên Kurdistanê hatiye parastin rê nade ku meremên xirab yên dijmin û nehezan serbigrin, belku roj bo roj wê geştir û rengîn tir bit.
Em daxwaziyê ji hikûmeta fîdral û herêma Kurdistanê û civaka nêv dewletî dikin ku bi çareseriyên bingehîn rê li ber dûbarekirina van komkujiyan bigrin em dixwazin ji bo bitir xurtkirina aştewaya civakî bi teşrî’kirina yasayekê seredarî digel tekfîrkirin û bê rêzî û gotara kerb û kînê dijî her aynekî bêtekirin û her kesê bi van kara rabû bi tawanbar bihête hijmartin û bi tundtirîn siza bihête sizadan.
Dûbare canê cangoriyan şadbê
. Bijî birayetiya hemû ol û neteweyên li Kurdistanê.
Desteya bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî/Duhok
2024/8/13