Seîd Xudêda cêgirê serokê Navenda Laliş aşkera kir ku pirojeiyê alîkarya Rizgarbûiyên ji destê DAIŞê ji aliyê
Sema:
Mesrur Barzanî serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku bi rêiya Navenda Laliş hatibû berhev kirin dê ête bi cî anîn.
Navhatî zêdetir got di vî pirojeyî de zêdetir ji 3000 rizgarbû dê her heyv bexşîna dirav wergirin û herweha di dîtina derfetên kar de, Dê piştgîriya wan rizgarbûiyan were kirin û ji bilî van, Dê çareseriya saxlemî ji bo ewên ku pêdvî ne were kirin û bi bedrest kirna hemî pêdvî û kar asaniya.
Tê zanîn dema DAIŞê Şingal dagîrkir zêdetir ji 6000 keç û jinên Êzdî wek esîr ketin destê wan û bi pêkolên Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha zêdetir ji 3000 ji wan hatine azadkirin.