Karwan Hacî
Îman Ebdulah Ebas, keça xelkê komelgeha Telqeseb e (5 kîlometre) li başûrê Şingalê. Dema DAIŞ ket Şingalê li 3ê tebaxê 2014ê, ew tenê keçka 13 salî bû. Ji wî temenî, Îman rûberûyî wan ters û nêaramîyan bûye ku hatin ser xelkê wî deverê.Îman, li demê seredana pêrestgeha Lalişê dike.
Îman, li demê seredana pêrestgeha Lalişê dike. Ew hîştî di behara temena xo da bû, dema DAIŞ hêrişî Şingalê kir. Îman çîroka vedigêrîteve: “Ez nedizanî teror û kuştin çi bû, ji nişkekêve me dît xelk berev çîyayê Şingalê dirrevin. Em jî mina hemûyan berev çîyayê Şingalê revîyan, dema em gihiştin destpêka çîyayî, em neşîan serkevin ez li gel 32kesên malbata min di berahiya çîyayê Şingalê da destkêşar kirin û berev navenda qeza Şingalê birin. Di vegerînandamandin dîmen bi ters dîtin.”
Dema DAIŞ ket Şingalê li 3ê tebaxê 2014ê, temen 13 salî bûm
Li Şingalê em hemû ji hev hatin cuda kirin. Digel 500 keçan berev Mosûlê birin. Li ber çavên min DAIŞ kesek kuşt, hetanî niha jî li bîra mine û nedixwaze ev dîmenê wî tirsnak li ber çavên xo bibîne.
Li wî cihê ku em lê bûn, emirên DAIŞê dihatîn û kirîn û frotin bi keçan didan. Keçka Şingelî, navê wê Cîlan bû, xo kuşt ji tersên. Ez ji malbata xo hatibûm cuda kirin. Hemî emirên DAIŞê daxwaza gohordina aînî ji me didan û paşî hingî em birin cihekî, emîrekî DAIŞê em kirine çewanên pez û dewarên xo bo maweya pênc mehên.
Hemî emirên DAIŞê daxwaza gohordina aînî ji me didan
Paşî hingî, nivîsîngeha rizgarkirina revandiyên êzîdî li Dihokê ez rizgar kir. Bo maweya sê rojên sê şevan bi pîyan rêve çûm heta hatim rizgarkirinê.
Îman, mincheya darayî li ser rizgarbiîyan dabeş dike Îman, mincheya darayî li ser rizgarbiîyan dabeş dike Îman di vegerana çîroka xoda dibêje: “Çi caran min bawerî nedikir ku ezê careke dê têkelî civakê bibim, lê dema ez hatim nav xelkî, min dît xelk bi pîrozî li min dinêrin. Ève jî bûye hêz û wezeyeka baş bo min. Niha ez zimên erebî û îngilîzî baş dizanim û çûme kongerêyên navdewletî bo piştgiriya keçên êzîdî.”
Digel ku çîroka Îmanê her dem bîrweriyên dirêj ji wan rûdanên der dixin, lê herweha basê dahatî û gohordina jînana xo dike. Îman ne tenê paşmaîya çîrokekan naçar e, lê herweha wêneyeka cihê pesindana çakkrina civakê ye.
Wî bi temamî şîyanên xo wek jineka genj û jîr pêşve bir û xo wek jêdereka bo hanedana wan qurbanîyên din yên gundê xo nasand.
Rûdan nîşan didin ka çawa Îman û yên wek wî di çerxa avareya da hêza xo bi krîyarên xo pêşkeş kirin da jîyana xo ji nû ve rêkbixin. Mesela sereke di vê çîrokada ew e ku Îman û hevalan çawa şiyan bi rabûna ji trajejîyên borî, xo ji nû ve rêkbixin.
Îman piştî rizgarbiinê çirayên li pêrestgeha Lalîş vêdixe Îman piştî rizgarbiinê çirayên li pêrestgeha Lalîş vêdixe Li niha, Îman bi beşdarîkirin di çalakîyên civakî û sîyasîda, hewil dide dengê wan egerîn tirsnak ên xo û hevalan bigihine. û didêd hîva jî ku ew bizavên dike bi rûya pêşketindana daxwazîyên qurbanîyan û piştgiriya projêyên harîkarîyan, harîkarîya wan ên din bike yên di demê şerr da rizgar bûn.
Îman herweha beşdar di konferansas û çalakîyên pêşvebrina aştî û mafên mirovan da kirîye. Ew berdewam hewil dide dengê wan qurbanîyan bigihine û hemî ewan ji destê DAIŞê rizgar bûn, piştgirî bike.
Di maweya pênc mehên piştî rizgarbiinê, Îman hîştî şîyana gimcandinya xo digel jîyana kampê û wergirtina piştgirîya derûnî nebû. Bo maweya sê mehên, wî nedişia ji çadira xo derkevin û berev derve biçin û hindek caran ditersa. Lê bi borîna demî û piştgirîya xelkê derdordor, Îman şia xo bigoncîne û xo bi çalakî û civakî bexşe. Wek Îman wesa bo sema çîroka dibêjbite.
Îman bizavan dike ku dengê wan ên di demê hêrişa DAIŞê li Şingalê qurbanî bûn bigihîne û harîkarîya wan bike. Ew ne tenê bi piştgirîkirin qurbanîyan radiweste. Ève jî nîşana hêz û tîgehiştina Îmanê ye di vegeriyana bo jîyaneka hêz û selamet piştî wan rûdanên tirajîdî.
Ez gelêk dilxoş im ku niha ez harîkarîya wan kesên dike, min jî heman nexweşî wek wan dîtîye
Îman bi wî hemoû jî nerewîya, heta nivîsînggeheka taybetî ji aliyê hukûmeta herêma Kurdistanê li Dihokê hate vekin bo piştgirî û harîkarîya rizgarbiyan ji destê DAIŞê. Îman bûye rêbera projêya mincheya darayî. Îman dibêje: “Ez gelêk dilxoş im ku niha ez harîkarîya wan kesên dike ku min jî heman nexweşî wek wan dîtîye. Hîvîdar im bikarin heta mame xizmeta rizgarbiyan ji destê DAIŞê bikim.”