Bi helkefta serê sala nû ya zaînî û cejna ji dayikbûna Hezretê Mesîh silav li ser bin, cwantirîn û germtirîn pîrozbaihyan arasteyî tevaya kiristîyanên Kurdistanê û cîhanê dikeyn û ji Xwedayê mezin dixwazin bo me hemûyan cejna xêr û xweşî û bereketê bit.
Ji Xwedayê mezin dixwazin vê cejnê bikete binmayê xweşîyeka berdewam bo sercem pêkhatên Kurdistanê û sala nûyî ya zaînî bi xêr û bereket li ser milletê me da ron û geş bike û aştî û bratîyê li seranserî deverê berqerar bike û welatê me aram û avedan bike û brayetî û pêkvejiyaneka muhkim dnav komelgehê me yê Kurdewarî de bihêz bime û Kurdistana me ya azad û şirîn ji pîlanên dijminên dilreş û çavtarî biparêze.
Cejna ji dayikbûna Hezretê Mesîh, delîveke bo xurtkirina gîyanê lêbûrîn û brayetî û mirovayetîyê ya ku Hezretê Mesîh silav li ser bin gazî kirî, û em hemû pêtvî ye hevgirtî bin bivan nirxên herî hey, ji bo berengarîbûna tundrevî û nejadperistî û kerb û kînê.
Dûbare cejna tevaya kristîyanên Kurdistanê pîroz bit û gelê Kurd her dnav cejn û xweşîyan de jîyana xwe bibete ser.
Desteya bilinda bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî/Dihok
24/12/2024